2 Gencên Helebceyî li Kobanê hatin kuştin
Li gor zanyariyên Malpera Millyet belav kiriye 2 gencên xelkê bajarê Helebce Şehîd ku beriya niha çûbûn nav rêzên çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) di heyama şer û pevçûnên li derdora Kantona Kobanê de ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine kuştin.
Eve di demekê de ye ku, bajarê Helebce Şehîd bûye nasnameya mezlomiyeta gelê Kurd li Herêma Kurdistan`ê ku bi hezaran şehîd ji bo bidestanîna destkeftiyên netewî yên gelê Kurd dane, lê hejmarek gencên wê bajarî ji aliyê çend rêxistin û grûpên tundrew yên Îslamî ve jibo dijayetîkirina gelê Kurd tên bi kar anîn.
Xendan
