• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Çewlîgê 2 polis hatin kuştin

Gulan Media October 10, 2014 Nûçe
Li Çewlîgê 2 polis hatin kuştin
Li navenda parêzgariya Çewlîgê Rêvebirê Ewlekariyê Atalay Urker di dema lêkolîn li ser dikanên di bûyeran de zerar dîtin dikir rasta êrîşekê hat. Urker birindar bû û 2 polîs jî hatin kuştin.


Bûyer duh şev saet 21.30an li navenda bajer li ser kolana Cenk qewimî. Rêvebirê Ewlekariyê Atalay Urker û hin polîsên li gel wî hdi dema lêkolîn li ser dikanên protestoyên ji bo piştgiriya Kobaniyê de zerar dîtin dikirin rasta êrişêkê hatin. Atalay Urker û parezvanê wî birindar bûnû Cîgirê Rêvebirê Ewlekariyê Atif Şahin û parêzvanê wî Huseyin Hatipoglu hatin kuştin.


Kesên ku êrîş kirîn ji cihe bûyere reviyan û polîsên birîndar bûyin jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê hatin dermankirin. Hat ragihandin ku rewşa Rêvebirê Ewlekariyê Atalay Urker xeter e.


Piştî bûyerê polisan dest bi xebata girtina kesên ku êrîş pêkanîn kirin.

Rudaw
Top