• Sunday, 15 February 2026
logo

Hejmara miriyên “aloziya Kobanî” gihîşt 35an

Gulan Media October 10, 2014 Nûçe
Hejmara miriyên “aloziya Kobanî” gihîşt 35an
Hejmara kesên ku di bûyer û aloziyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 35 kesan.

Ev çend roj in li Bakur û Tirkiyeyê xwepêşandan ji bo piştgiriya Kobanî her wiha şermezarkirina helwesta Tirkiyeyê li hember DAIŞê tên kirin lê xwepêşandan bûne qada şer û pevçûna xwepêşander û hêzên polîs.

Şeva borî jî li çend bajarê û deverên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanên ku daxwaza parastina Kobanî dikin, berdewam bûn û dîsan şer û pevçûn di navber xwepêşander û polîsan de derket.

Hat gotin ku şeva borî 9 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 4 jê “gerlîayên PKKê” û 2 polîsên tirk in ku di operasyonên li Çewlikê de jiyana xwe ji dest dane.

li gor medyaya Tirkiyeyê, hejmara kesên ku ji destpêka xwepêşandanan ve jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 35 kesan lê hikûmetê duh sibehê ragihandibû ku 19 kes hatine kuştin û 145 kes jî birîndar bûne.

Li aloziyên Amedê de 10 kes, li Mêrdînê 6 kes, li Sêrtê 5 kes, li Edenê kesek, li Wanê kesek, li Batmanê kesek, li Mûşê kesek li Dîlok 4 kes û li Çewlikê 6 kes mirin.

Rudaw
Top