Mesrûr Barzanî: Pêşmerge pêdivî bi tank û kopteran heye
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê dibêje pêşmerge pêdiviya xwe bi tank, antî tank û kopteran heye.
Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanal û radiyoya BBC ragehand ku hêzên pêşmerge yên ku di şûna cîhanê de şerê terorîstên DIŞIê dikin pêdiviya xwe bi tank, çekên antî tank û kopteran heye.
Kanala BBC di raporteke xwe de yaku li mihwera Rebîeyê li ser serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DIŞIê tomar dikin amade kiriye nivîsandiye; Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi piştgîriya êrîşên asmanî yên Amerîka û hêzên hevpeyman li dijî DIŞIê karîne derbên dijwar li terorîstan bixin û gelek deveran ji destê terorîstan rizgar bikin.
Di beşeke din ya vê raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku her çend civaka cîhanî soz daye di warê çekên giran de hevkariya hêzên pêşmerge bike lêbelê heta niha ew hevkariyên han nehatine pêşkêşkirin û di vê derbarê de jî Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî yê ku li gel Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di eniyên pêş yên şer deye got: Heta niha çekên han yên ku bo vê şerê pêdiviya me bi wan heye negehêştine destê me, em niha liwir şerê terorîstan dikin û şer gelek dijware û qurbaniyên me jî çê dibin weke dibînin em niha liwirin û hêzên pêşmerge jî liwirin û canê xwe feda dikin, tevahiya ew tiştên ku me ji cîhanê xwestiye ewye ku çekên giran û bibandor bidin hêzên pêşmerge daku bikaribe xelkê li hember terorîstan biparêze ji ber ku di rastî de jî pêşmerge di şûna cîhanê de şerê terorîstan dikin.
