• Sunday, 15 February 2026
logo

26 Serbazên Kurd ji Artêşa Turkiye reviyan û tevlî Raperîna Kobanê bûn

Gulan Media October 10, 2014 Nûçe
26 Serbazên Kurd ji Artêşa Turkiye reviyan û tevlî Raperîna Kobanê bûn

Piştî destpêkirina serhildanan li bajarên Bakurê Kurdistan û Turkiye bi armanca şermezarkirina helwesta hikûmeta Turkiye ya li hemberî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û hevakriya hikûmeta wê welatî bo çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) 26 serbazên Kurd ji nav rêzên Artêşa Turkiye ji bajarên Stanbul û Enqere reviyan û tevlî Raperîna Kobanê bûne.

Serbazekî ji wan ku nexwest navê xwe aşkere bike bang li serbazên Kurd yên di nava Artêşa Turkiye de xizmeta serbaziyê dikin, kir ku ji yekîneyên xwe yên serbazî birevin û piştgiriyê bidin Berxwedana Kobanê û tevlî Raperîna Kobanê bibin.

Xendan
Top