DAIŞê hêz ji Reqayê aniye û şerê Kobanî giran bûye
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê careke din ji aliyê rojhilatê bajarê Kobanî pêşde çûne û rastî bersiva şervanên Kurd hatine û şerekî giran derketiye.
Tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku Balafirên şer li çend çeperên DAIŞê li derdora bajarê Kobanî dane lê hîna metirsî li ser Kobanî heye.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Careke din çekdarên DAIŞê 100 metrî derbasî nava Kobanî bûne û çend avahî li wî bajarî xistine destê xwe lê şervanên Kurd bi tundî berevaniyê dikin.
Li gorî wan agahiyan, şevê din çakdarên DAIŞê hêz û çekên din ji navçeyên Reqayê anîne nêzkî bajarê Kobanî û dîsa dest bi êrişan kirine.
Fermandeyên YPGê ji Rûdaw re gotin ku bajarê Kobanî di bin kontrola wan de ye û neketiye destê DAIŞê.
Ev yek di demekê de ye ku, Berdevkê PENTAGONê John Kirby ragihand ku, Operasyonên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê ne besin bo bi dawî hatina êrişên DAIŞê û rizgarkirina Kobanî.
Rudaw
