‘Heta çend mehên din hemû navçe ji DAİŞ’ê tên paqij kirin’
Derbarê rewşa ewlekariyê û êrîşên DAİŞ’ê de endamê Polîtburoya YNK’ê û wezîrê berê yê Pêşmerge Şêx Cafer ji BasNewsê re got: ‘’Pêşmerge li hemû eniyan di rewşa êrîşkirinê de ne û çeperên xwe jî qayîm kirine. Herwiha di çend mehên dahatû de hemû ew navçe tên rizgar kirin ku DAİŞ’ê dagîr kirine û ew metirsiya li ser Herêma Kurdistanê tê dûrxistin.’‘
Derheqa peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK’ê de, herwiha şerê ragehandinê yê navbera herdu aliyan de jî, Şêx Cafer wiha axifî: ‘’Metirsiya bo ser her navçeyeke Kurdistanê metirsî ye bo ser hemû Kurdistanê loma pêdiviya me bi yekdengî û yekrengiyeke zêde heye.’‘
Şêc Cafer da zanîn ku mizayedaya siyasî ji aliyê her hizib û aliyekî ve were kirin zerarê dighîne berjewendiyên Kurd û Kurdistanê û wiha pêde çû: ‘’Divê em li ser meseleya neteweyî û berjewendiyên Kurdistanê yek bin, tişta ji me were em bikin bo her Kurdekî li her cihekî be, em ligel êş û janên gelê xwe bin, çi li Rojava be yan Rojhilat an jî Bakur û Başûr be.’‘
Şêx Cafer axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hinek kes dema daxwiyaniyan didin ne ji bo berjewendiya giştî ya Kurdistanê ye û bi rastî ne heq e her kesek rabe û ji xwe re daxwiyaniyan bide. Herwiha ji ber ez li eniyên şer im û dûrî Polîtburoya YNK’ê me nizanim şerê ragehandinê yê navbera herdu aliyan li ser .iye.
Basnews
