• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Heta çend mehên din hemû navçe ji DAİŞ’ê tên paqij kirin’

Gulan Media October 9, 2014 Nûçe
‘Heta çend mehên din hemû navçe ji DAİŞ’ê tên paqij kirin’
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cafer daxwaz kir ku şerê ragehandinê yê navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê were rawestandin û da zanîn ku Pêşmergeyên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne.

Derbarê rewşa ewlekariyê û êrîşên DAİŞ’ê de endamê Polîtburoya YNK’ê û wezîrê berê yê Pêşmerge Şêx Cafer ji BasNewsê re got: ‘’Pêşmerge li hemû eniyan di rewşa êrîşkirinê de ne û çeperên xwe jî qayîm kirine. Herwiha di çend mehên dahatû de hemû ew navçe tên rizgar kirin ku DAİŞ’ê dagîr kirine û ew metirsiya li ser Herêma Kurdistanê tê dûrxistin.’‘

Derheqa peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK’ê de, herwiha şerê ragehandinê yê navbera herdu aliyan de jî, Şêx Cafer wiha axifî: ‘’Metirsiya bo ser her navçeyeke Kurdistanê metirsî ye bo ser hemû Kurdistanê loma pêdiviya me bi yekdengî û yekrengiyeke zêde heye.’‘

Şêc Cafer da zanîn ku mizayedaya siyasî ji aliyê her hizib û aliyekî ve were kirin zerarê dighîne berjewendiyên Kurd û Kurdistanê û wiha pêde çû: ‘’Divê em li ser meseleya neteweyî û berjewendiyên Kurdistanê yek bin, tişta ji me were em bikin bo her Kurdekî li her cihekî be, em ligel êş û janên gelê xwe bin, çi li Rojava be yan Rojhilat an jî Bakur û Başûr be.’‘

Şêx Cafer axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hinek kes dema daxwiyaniyan didin ne ji bo berjewendiya giştî ya Kurdistanê ye û bi rastî ne heq e her kesek rabe û ji xwe re daxwiyaniyan bide. Herwiha ji ber ez li eniyên şer im û dûrî Polîtburoya YNK’ê me nizanim şerê ragehandinê yê navbera herdu aliyan li ser .iye.

Basnews
Top