Hejmara miriyên xwepêşandanên Tirkiye û Bakur gihîşt 23an
Ev çend roj in li gellek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi mebesta protestokirina helwesta Tirkiyeyê ya li hember DAIŞê her wiha êrişên wê rêxistina îslamî ya radîkal li ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan tên kirin.
Lê xwepêşandan û çalakiyên han bi mudaxeleya hêzên ewlehiyê aloz bûye û şer û pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derketiye.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di encama wan alozî û pevçûnan de heta niha 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne her wiha bi dehan kes jî ji aliyê polîs ve hatine girtin.
Di nav wan kesên ku mirine de 10 kes li Amedê, 6 li Mêrdînê, 3 li Sêrtê, 1 li Wanê, 1 li Edenê 1 li Batmanê û 1 jî li Mûşê jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarên Amed û Mêrdînê û hinek bajarên din ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê derketina derve hat qedexekirin. Li Amedê qedexeya derketina derve dê îro jîbidome.
Rudaw
