• Sunday, 15 February 2026
logo

Mela Bextiyar: YNK û PDKê çek ji Rojavayê Kurdistanê re şandine

Gulan Media October 9, 2014 Nûçe
Mela Bextiyar: YNK û PDKê çek ji Rojavayê Kurdistanê re şandine
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku, YNKê û PDKê di gihandina alîkariyan bo Rojavayê Kurdistanê de kêmasî nekirine û heta çek jî ji Rojava re şandine.

Mela Bextiyar di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê ragihand: “Aloziya Kobanî bûye kêşeyekî mezin û hemû navçe hejandiye. Lewma ne em wek YNK û ne jî PDKê, me kêmsî di gehandina alîkariyan de bo Rojavayê Kurdistanê nekiriye ku heta me çek jî ji wan re şandine. Lê em nikarin hêz bişînin Kobanî ji ber ku şertên cografî rê nadin.”

Derbarê gotina derketina muzayedeyan di nava hinek partiyan de li ser Kobanî bi taybetî ji aliyê YNKê, Mela Bextiyar ragihand ku, “YNKê sala 1982 sê hezar pêşmergeyên xwe şandin bi hewara şervanên Rojhilatê Kurdistanê ve, ma ew muzayede bû?.”

Bextiyar wiha Domand: “Sala 1985 dema ku êriş hatin ser Partiya Karkerên Kurdisatnê (PKK) li Bakurê Kurdistanê, me daxuyaniyek belav kir û em di nava danûstandinan de bûn. Em amade bûn bi hezaran pêşmergeyên xwe bişînin ser sînor bo parastina PKKê.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya (YNK) Mela Bextiyar wiha got: “Niha jî dema ku em dibêjin, em amade ne biçin Kobanî biparêzin, ez bi xwe yekem kes amade me ku biçim bo parastina bajarê Kobanî.”

Lê derbarê wergirtina rizamendiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo şandina hêz bo Rojava, Mela Bextiyar wiha got: “Wergirtina rizamendiya Barzanî wek hurmetekê ye bo pêgeha Serokê Herêmê û ne muzayedeye. Nabe em bêjin em guhê xwe nadin Serokê Herêmê û Hikûmeta Kurdiatnê û yasayan.”

Mela Bextiyar li ser xwepêşandanên ku ji bo piştgiriya Kobanî tên lidarxistin jî wiha got: “Rewşa Bakurê Kurdistanê ji ya Başûr cuda ye. Li Bakur her daketinek bo kolanan, şereke bo bidestxistina mafan e. Li Başûrê Kurdistanê azadî û demokrasî heye. Xwepêşandan li Bakurê Kurdistanê mêrantî ye, perçekdar e, wergirtina helwest e, çepera xebata medenî ye, qurbanîdan e.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya (YNK) Mela Bextiyar derbarê girîngiya xwepêşandanên li dijî hikûmeta Tirkiyeyê bo piştevaniya Kobanî, wiha got: “Ya baş ku em van mijaran tevlî hev nekin.”

Derbarê êrişên Hêzên Pêşmerge li ser çekdarên DAIŞê li Celewle, Mela Bextiyar ragihand: “Bi fermana min pêşmerge êriş nakin ser çekdarên DAIŞê ji ber ku hejmareke mezin ji bombeyan li navçeyê hatine çandin. Em dem û cihê şer ligel DAIŞê diyar dikin.”

Derbarê hevkariyên leşkerî yên Îranê bo Herêma Kurdistanê, Bextiyar tekez kir ku, “Îran di serî de li Giwêr û Mexmûrê alîkariya me kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî da zanîn ku Îran yekem welat bû ku bi hewara Başûrê Kurdistanê ve hat û spasiya wê kir. Piştî Mexmûrê bi mehekê Îran li Celewla û Seidiyeyê jî hat alîkariya me.”

Mela Bextiyar tekez kir ku, “Rola Îran di şerê li dijî DAIŞê de, roleke bibandor e. Helwêsta wî welatî ji ya hemû welatên herêmî û cîhanî jî zelaltir bû li hemberî gefên DAIŞê.”

Derbarê helwesta Tirkiyeyê jî, wî rayedarê Başûrê Kurdistanê diyar kir ku mixabin Tirkiyeyê senaryoya lêdana Iraqê ya sala 2003 dubare kir çimkî Tirkiyeyê dikarî roleke baştir û bibandortir bibîne lê mixabin helwesta wî welatî dikeve xizmeta DAIŞê.

Rudaw
Top