Li Hewlêrê xwepîşander êrîşî polîs kirin
Li Hewlêrê çend xwepîşander êrîşî hêzên polîs û Rojnamewanan kirin.
Duh li berdem nivîsgeha NY ya li Hewlêrê 35 part û aliyên siyasî bi mebesta piştgîrî kirina Kobanê xwepîşandanek pêk anîn.
Di xwepîşandana han de yaku hijmareke Parlementer jî tê de beşdar bûn, hijmareke xwepîşander êrîşî hêzên polîs û Rojnamewanan kirin.
Di encama wan êrîşan de Peyvdarê hêzên polîs û Peyamnêrekî kanala Rûdawê hatin birîndarkirin.
