Serokomarê Iraqê banga parastina Kobanî kir
Fuad Mehsûm di daxuyaniyekê de ragihand: “Pêwîst e Amerîka bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji gef û êrişên çekdarên DAIŞê biparêze û rê nede ew terorîst destê xwe deynin ser bajêr.”
Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi pêwîst zanî ku, “Rewşa xeter a Kobanî û encamên xerab yên ketina bajar li ser rewşa ewlehiya Iraq û Sûriyê û heta navçeyê jî bê li berçavgirtin.”
Ev banga Fuad Mehsûm bo Amerîkayê di demekê de tê kirin ku operasyonên asimanî yên wî welatî li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in. Lê tevî vê yekê hîn jî çekdarên DAIŞê pêşve diçin û şervanên Kurd parastina Kobanî dikin.
Rudaw
