Ji ber şerê dijwar şanda Parlamentoya Kurdistanê neçû Kobanê
Di vê derbarê de endama şanda Parlamentoya Kurdistanê Amîne Zikrî ji BasNewsê re got: ‘’Şanda Parlamentoya Kurdistanê ligel Encûmena Kobanê û HDP’ê rewşa Kobanê û çawaniya gehandina alîkariyê bo xelkên koçber gotûbêj kir.’‘
Amîne Zikrî da zanîn ku ku ji ber şerê dijwar li derdora bajarê Kobanê heta niha nikarîne biçin nav bajêr û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em niha li bendê ne daku di derfetekê de ji nêzîk ve rewşa Kobanê bibînin û agahiyên pêwist werbigirin.’‘
Basnews
