Hêzên Pêşmerge Xurmatû bi temamî kontrol kirin
Sekreterê Encûmena Nûnerên Niyaz Mimar Oxlo ji Rûdawê re ragihand: “Hêzeke hevbeş ji pêşmerge û hêzên xwebexiş dest danîn ser 45 gundan li navçeya Xormatû û bi tundî li çekdarên DAIŞê dan.”
Niyaz Mimar Oxlo tekez kir ku, “Piştî kontrolkirina Xurmatû û derdora wê, rewş û jiyana xelkê vegeriya wek berê û niha welatî bi bê alozî jiyana xwe birêve dibin.
Rudaw
