• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge Xurmatû bi temamî kontrol kirin

Gulan Media October 9, 2014 Nûçe
Hêzên Pêşmerge Xurmatû bi temamî kontrol kirin
Hêzên Pêşmerge û bi hevkariya hêzên Iraqê û hêzên xwebexş karîn navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedîn û tevahiya gund û nahiyeyên derdora wê navçeyê kontrol bikin.

Sekreterê Encûmena Nûnerên Niyaz Mimar Oxlo ji Rûdawê re ragihand: “Hêzeke hevbeş ji pêşmerge û hêzên xwebexiş dest danîn ser 45 gundan li navçeya Xormatû û bi tundî li çekdarên DAIŞê dan.”

Niyaz Mimar Oxlo tekez kir ku, “Piştî kontrolkirina Xurmatû û derdora wê, rewş û jiyana xelkê vegeriya wek berê û niha welatî bi bê alozî jiyana xwe birêve dibin.

Rudaw
Top