• Sunday, 15 February 2026
logo

Çend gundên devera Mexmûrê hatin rizgar kirin

Gulan Media October 9, 2014 Nûçe
Çend gundên devera Mexmûrê hatin rizgar kirin

Hêzên pêşmerge li devera Mexmûrê derbên dijwar li terorîstan dan.

Duh li mihwera Mexmûrê hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi Fermandariya berpirsê mihwera Mexmûrê Necat Elî û bi hevkariya Fewca yek ya Lîwaya 10 ya Hewlêrê êrîşî terorîstên DIŞIê kirin û derbên dijwar li wan terorîstan dan.

Her di êrîşên han de hevdem li gel rizgar kirina du gundên din yên devera Mexmûrê de, hêzên pêşmerge karîn ku tirimbîleke bombekirî ya terorîstan ku dixwestin di nava hêzên pêşmerge de biteqînên, ji aliyê hêzên pêşmerge ve hate teqandin û çend bombeyên din yên wedayî jî ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatin teqandin.
Top