Beşîkçî: Rola Tirkiyê di alîkarîkirina DAİŞ’ê de ne kêm e
Li Klîseya Schönebergê bi beşdariya parlamenter Hakan Taş ji Partiya Çep, Berpirsa Beşa Koçberan a Şarederiya Schönebergê Gun Tak, Endamê KNK’ê Kazim Baba, Kargêrê Liqa 6 a PDK’ê li Ewropa Fewzî Esed û hejmarek rewşenbîr, kesayetî, siyasetvan û akademisyenên Kurd û Elman, Dr. Beşîkçî axaftinek kir û kitêbên xwe îmze kirin.
Di beşeka axaftina xwe de Beşîkçî, behsa Kurdistanê kir û got: ‘‘Divê Kurdistan bibe welatekî serbixwe û Kurd bigihin mafên xwe yên rewa, ev jî bi yekîtî û yekrêziya Kurdan pêk tê, nabe hîç hêzeka Kurdî berî bi birayên xwe yên Kurde re bikeve têkeliyê û yekrêzî û daxwaza yekîtiyê bike, biçe bi partî û hêz û aliyên biyanî re bikeve têkiliyan.’‘
Beşîkçî wiha axifî: ‘‘Başûrê Kurdistanê azadiya wê heye û wek welatekî tevdigere, loma divê hemû Kurd wê biparêzin û lê xwedî derkevin.’‘ Li ser gotineke xwe ku li Diyarbekirê pirsek jê hatibû kirin ’Başûrê Kurdistanê wek Îsraîl tevdigere, welatek mîna Îsraîl ji mere bo çiye?’ Beşîkçî got: ‘‘Eger hûn xwedî dewlet bin, kes nikare bi we gû bide xwarin.’‘
Beşîkçî roja (06.10. 2014) tevî şanda xwe serdana Liqa 6 a PDK’ê kir û ji aliyê Fewzî Esed kargêrê liqê û hinek kadro û endamên PDK’ê ve hatin pêşwazî kirin, di rûniştinekê de behsa rewşa dawî û pêşhatên li Kurdistanê û herêmê kirin. Fewzî Esed li ser Hêzên Pêşmerge zanyariyên nû dan Beşîkçî û herdû alî li ser girîngiya perwerdekirina 32 Pêşmergeyan ji aliyê welatê Elmanya ve û alîkarîkirina Elmanya bo hêza Pêşmerge û dana çekan daku Pêşmerge bikarin giyanê hevwelatiyan biparêzin, rawestiyan.
Di dawî de jî behsa rewşa penaber û koçberiyê hat kirin, Beşîkçî hêvî kir ku di demek nêzîk de Şengal û Celewla û hemû deverên din wek Rebî’e bikevin jêr kontrola Pêşmerge û hevwelatî vegerin ser erd û nav malên xwe. Liqa 6’ê xwarinek li ser şerefa Beşîkçî amade kir bi hevra tevî mêvanan nîqaş û axaftin kirin.
Beşîkçî ji aliyê Liqa 6 a PDK’ê ve hat xelatkirin, di kurte peyvekê de li sernavê Liqa 6 Fewzî Esed got: ‘‘Beşîkçî bi pênûsa xwe xizmeta Gelê Kurd û biratiya Kurd û Tirkan kiriye, ji bona wê jî em pênûsekî xelatî wî dikin pênûsa wî zêrîne ji bo me. ’‘
Roja (07.10.2014) danê sibehê Dr. Beşîkçî tevî şandekê serdana Baxçeya Zarokan (Evîn) kir li Berlînê û ji aliyê mamosta û karmendên Baxçe ve hatin pêşwazîkirin, Beşîkçî çû hemû odeyan û wêne ligel zarokan girtin. Hêjayî Gotinê ye baxçeya Evîn îsal ji aliyê Saziya Komkarê ve hatiye vekirin û têde bi dehan zarokên Kurd û netewên din ji aliyê mamoste û kesên şareza ve tên xwedîkirin û perwerde kirin.
Her îro êvarê li salona Komkarê li Kottbusserstr Dr. Beşîkçî pêwaziya hejmarek şand û kesayetî û mêvanan kir û li wir jî rûniştinek bi amadebûna Serokê Navenda Komkarê Dr. Şukrî Guler, Nivîskar Ehmed Balayî, Nivîskar Hoşeng Sebrî û hejmareka berçav a rewşenbîran lidar xist.
Di rûniştinekê de tevî hejmareka revenda Kurd a Berlînê Isak Tepe behsa Weqfa Beşîkçî kir û di axifitan xwe de silav ji berxwedana Şengal û Kobanî û hemû Kurdistanê re şandin û hêvî kir di demek kurt de rewşa Kurdistanê ber bi başiyê ve biçe. Tepe wiha axifî: ‘‘Serokwezîrê Herêma Kurdistanê soz da ye me ku li Hewlêrê Navendeka Çandê bi navê Beşîkçî vekin, em jî li ser kar dikin li Hewlêr û Diyarbekirê beşên weqfê vekin û kar dikin zanîngehekê bi navê Beşîkçî vekin.’‘
Li ser pirsekê ka gelo rast e DAÎŞ alîkariyên xwe ji Tirkiyê werdigire, Beşîkçî got: ‘‘Erê ev nayê veşartin, hemû kes dizanin ku rola Tirkiyê di alîkarîkirina DAÎŞ’ê de ne kêm e û evna kiryareke dijî mirovatiyê ye, mebest jî ew ronahiya ku di nav Kurdan çêbûye bifetisînin û ne hêlin.’‘
Beşîkçî li Berlînê ji aliyê Komkarê ver jî hat xelatkirin.
Basnews
