• Sunday, 15 February 2026
logo

Di xwepêşandanên Bakurê Kurdistanê de 14 kes hatin kuştin

Gulan Media October 8, 2014 Nûçe
Di xwepêşandanên Bakurê Kurdistanê de 14 kes hatin kuştin
Hejmara kesên ku di xwepêşandanên Bakurê Kurdistanê wek nerazîbûn ji helwesta Tirkiyeyê, gihîşte 14 kesan.

Kurdên Bakurê Kurdistanê duh daketin kolanan da ku helwest û bêdengiya Tirkiyeyê li hember bûyerên Kobaniyê şermezar bikin. Lê xwepêşander rastî êrişên polîsan hatin.

Vê sibehê, piştî ragihandina kuştina 5 kesan di pevçûnên şevê din de li Amedê, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn gihîşt 14 kesan.

Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê li Bakurê Kurdistanê, 8 xwepêşander li Amedê, 2 xwepêşander li Mardînê, 2 li Sêrtê, yek li Batmanê û yek li Mûşê jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber van bûyeran, li Mardîn, Hekar, Wanê û çend bajarên din yên Bakurê Kurdistanê zanîngeh û dibistan 3 rojan tên girtin.

Rudaw
Top