• Sunday, 15 February 2026
logo

Çekên pêwist gehiştin Hêza Parastina Şengalê

Gulan Media October 8, 2014 Nûçe
Çekên pêwist gehiştin Hêza Parastina Şengalê
Hêza Parastina Şengalê ragehand ku hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan li çiyayê Şengalê gehiştine wan, wek piştîvaniyekê bo rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê.

Di vê derbarê de Mecdel Reşo yê Berdevkê Hêza Parastina Şengalê, ku ji Kurdên Êzdî pêk tê, got: ‘’Di van herdu rojên borî de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya helîkopteran hejmarez zêde ya çek û teqemeniyan şand çiyayê Şingalê.’‘

Derheqa armanca şandina van çek û teqemeniyan de jî Reşo wiha axifî: ‘’Armanc piştgirîkirina Pêşmergeyên Êzdî ye li çiyayê Şengalê. Ji ber gelekî pêdiviya Pêşmergeyên li çiyayê Şengalê bi van çekan hebû, daku di demeke nêzîk de hemû navçe ji DAİŞ’ê were paqij kirin.’‘

Basnews
Top