Barzanî bo civaka navdewletî: Bi hewara xelkê Kobaniyê û penaberan ve biçin
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên daxuyaniyek derbarê rewşa bajarê Kobaniyê belav kir û tê de bibêje ku, “Serokayetiya Herêma Kurdistanê her ji destpêka êrişa terorîstên DAIŞê ya li ser Kobanê, pivtevaniya xelkê Kobanî û Rojavayê Kurdistanê bûye û Serok Barzanî gellek ji nêzîk ve şopandina rewşa koçberan û rewşa Kobaniyê kiriye.”
Di daxuyaniyê de hatiye ku, Serok Barzanî ji 19ê Îlonê ve di peyamekê da daxwaz ji civaka navdewletî kir ku Kobaniyê ji êrişa terorîstan biparêzin û êrişa DAIŞê ya li ser wî bajarî bi giştî li dijî Gelê Kurd da zanîn.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, “Piştî bûyerên çend rojên derbasbûyî û zêdetirbûna êrişa terorîstên DAIŞê li ser Kobaniyê Serokê Herêma Kurdistanê tekez li heman helwestê dike û daxwaz ji welatên beşdarbûyê hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê dike ku hevkariya xelk û xebatkarên Kobanî bin, ji bo jinavbirina rêxistina terorîstî ya DAIŞê.”
Di daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê de hatiye ku, “Serok Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike bi hewara xelkê Kobaniyê û penaberan ve biçin ku ji ber gefên DAIŞê xwe spartine aliyê dinê sînor.”
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku, “Di vê rewşa nebaş ya Kobaniyê de, em wek Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Gelê Kurdistanê, piştevan û hevpeymanê xuşk û birayên xwe yên Kobaniyê û Rojavayê Kurdistanê ne.
Rudaw
