Ban Ki Moon: Bila her kes hevkariya Kobanê bike
Sekerterê giştî yê NY daxwaz dike welatên cîhanê hevkariya Kobanê bikin.
Di vê derbarê de Peyvdarê sekerterê giştî yê NY ragehand ku Ban Ki Moon li hember çarenivîsa xelkê Kobanê gelek dilgirane û rewşa wan bi rewşeke metirsîdar wesif dike.
Pevdarê Ban Ki Moon herwiha eşkere kir ku Moon bi cidî ji nêz ve wenêrîn bo rewşa Kobanê dike û daxwaz ji welatên cîhanê kiriye daku li hember Kobanê bêdeng nebin û hevkariya Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bikin.
