Muslim: Heta niha Tirkiyê sozên xwe neanîne cih
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim derbarê serdana xwe ya berî sê rojan a bo Tirkiyê ji RojNewsê re axivî. Mûslim diyar kir ku di hevdîtinê de ji rayedarên Tirkiyê re gotiye ku ew naxwazin ti carî navbera wan û Tirkiyê têk biçe, li ser vê yekê rayedarên Tirk ji wan re gotine ku ew jî dijminatiya gelê Kobanê naxwazin û soza li dijî DAIŞ çi alîkarî pêwîst bike wê bikin, dane wan.
Mûslim berî sê rojan serdana Tirkiyê kir û derbarê serdana xwe de wiha axifî: “Di hevdîtina me de nîqaş li ser tevlîbûna Tirkiyê ya koalîsyona li dijî DAIŞ hat kirin. Herwiha Tirkiyê jî di fikra ku DAIŞ ji bo Tirkiyê metirsî ye û ew jî li dijî DAIŞ’ê ne anîn ziman. Me jî diyar kir ku em heta niha bi Tirkiyê re bi şêweyekî aştiyane jiyane, em jî naxwazin dijminatiya Tirkiyê bikin. Ew jî diheman fikrê de bûn. Me jî diyar kir ku îro li Kobanê rewşa lezgîn heye, pêwîstî bi tedbîran heye. Wan jî soza ku wê tişta pêwîst û tedbîrên pêwîst bikin dan me. Hem di aliyê alîkariyên mirovî de û hem jî rê dana gelê me yên ku dixwazin Kobanê biparêzin.”
Salih Mûslim di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku heta niha ti alîkariyek mirovî negihaye Kobanê û wiha pêde çû: “Rayedarên Tirkiyê diyar kirin ku ti nêteke wan a bikevin Kobanê nîne, lê heta niha çend top li herêma me jî ketine, me jî bersiv daye û em dê bersiv jî bidin. Me ji wan re ragihand ku heta niha sozên we dane we pêknanîne. Heta niha ti alikariyekî însanî ne gihandine Kobanê. Me dîsan diyar kir ku em hêvî dikin ew soza wan daye bînin cih.”
Mûslim ragihand ku li Kobanê berxwedan heye û got: “Rewşa niha li Kobanê ji xwe berxwedane û ev berxwedan didome. Gelê me heta niha jî di malên xwe de ye, ti kes naxwaze ji malên xwe û bajarê xwe derkeve. Heta niha jî berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ’ê didome. Li gor agahiyên vê sibehê ketine destê me, balafirên koalîsyonê jî çend cihên wan topbaran kirine. Lê dîsan me di vî alî de dît ku heta niha di êrîşa dijî DAIŞ’ê de necidibûnek heye.”
Salih Mûslim diyar kir ku eger Kobanê bikeve, Tirkiye jî berpisyare û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Bê guman dema komkujiyek li Kobanê çêbibe hêzên koalîsyonê û heta Tirkiye jî berpirse. Ji bo wê jî bila kesek xwe nede aliyekî. Ji ber êdî hemû kes dizane li hemû cihê Kurd radibin ser piyan, Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo îradeya xwe radibin ser pêyan. Ji ber ne diyare, duh Şengal bû û îro Kobanê ye. Lê sibe ne diyare, gelo wê Hewlêr be an jî bajarek din be, kes nizane.”
Hevserokê PYD’ê li ser hevdîtinên ligel Tirkiyê û sozên dane jî wiha got: “Raste me hevdîtin bi rayedarên Tirkiyê re di asta herî jor pêk anî. Di roja yekemîn a hevdîtinan de, ji me re ragihandin ku wê niha alîkariyê bikin. Raste dereng mane û ev sê roj li ser soza wan re derbas bû. Em ji kesî rica nakin, em tenê dixwazin xwedî li soza dane derbikevin.”
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim di dawiyê de bang li gelê Gaşûrê Kurdistanê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ji xwe helwesta gelê Başûr jî pêwîste. Ji ber ew jî Kurd in. Ji ber îro Kobanê ji bo hemû kesê ezmûnekî neteweyî ye. Ji bo wê hemû kes îro di vê ezmûnê re derbas dibe. Em hêvî dikin ku hemû kes vê ezmûnê bi serkeftî derbas bikin û tişta jê tê xwestin bike. Ev jî şandina çekan an jî tiştên din be. Ger ji hêzên navneteweyî carekê alîkarî bê xwestin, du caran ji gelê Kurd tê xwestin. Ji bo wê em hêvî dikin her kes berpirsiyartiyên xwe bîne cih.”
Basnews
