Li Ewrûpayê bo piştgîriya Kobanê xwepîşandan hate kirin
Li piraniya welatên Ewrûpayî bo piştgîrî kirina Kobanê xwepîşandanên girseyî hatin lidar xistin.
Di çarçoveya çalakî û xwepîşandanên welatiyên Kurd yên li derveya Kurdistanê de, duh jî li piraniya welatên Ewrûpayî bo şermezar kirina êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Kobanê û herwiha piştgîrî kirina Kobanê xwepîşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Di wan xwepîşandanan de ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistan û part û aliyên siyasî yên Kurdistana mezin amade bûn, xwepîşander hevdem li gel diyar kirina piştgîriya xwe bo Kobanê daxwaz ji civaka cîhanî bi taybetî welatên Ewrûpayî kir daku li hember Kobanê û êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Kobanê bêden nemînin û hevkariya berxwedana Kobanê bikin.
