• Sunday, 15 February 2026
logo

Daxuyaniya Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê rewşa Kobanê

Gulan Media October 8, 2014 Nûçe
Daxuyaniya Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê rewşa Kobanê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê her li destpêka êrîşa terorîstên Da'îş ya li ser Kobanê, palpiştê Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê bûye û Serok Barzanî gelek ji nêzîk ve duvdaçûna rewşa koçberan û rewşa Kobanê kiriye û ji 19.10.2014 li peyamek da daxwaz ji civaka navdewletî kir ku Kobanê ji êrîşa terorîstan biparêzin û êrîşa Da'îşê ya li ser Kobanê bi giştî li dijî gelê Kurd wesif kir.

Piştî rûdanên çend rojên derbasbûyî û zêdetirbûna êrîşa terorîstên Da'îş ya li ser Kobanê birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li heman helwestê dike û daxwaz ji welatên beşdarbûyê hevpeymaniya şerê dijî Da'îşê dike ku hevkariya xelk û xebatkarên Kobanê bin, ji bo berengarbûna hêzên rêxistina terorîstî ya Da'îşê. Serok Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike bi hanaya xelkê Kobanê û penaberan ve biçin ku ji ber tehdîda Da'îş xwe spartine aliyê dinê sînor.

Li vê rewşa nebaş ya Kobanê têketiye Serokayetiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê palpişt û hevpeymanê xuşk û birayên xwe yên li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê ne.

Dr. Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07.10.2014
Top