YPG: Em nahêlin DAIŞ kobanî bixe destê xwe
Piştî gihîştina çekdarên DAIŞê bo rojhilatê bajarê Kobaniyê, Hêzên YPGê bajarê Kobanî wek nevçeyeke leşkerî daye xuyanîkirin û ragihand: “Şervanên me dê li ser parastina Kobanî berdewam bin û dê şer kolanan bikin û nahêlin DAIŞ Kobanî bixe destê xwe.”
Herwiha soz da ku, “Emê Kobanî bikin dozex bo DAIŞê.”
Berpirsên Kantona Kobaniyê hişyarî dan ku dibe çekdarên DAIŞê karesatên qirkirinê bikin, lewra divê civaka navdewletî bilez bi hewra wan ve biçe.
Li gorî agahiyên ku hîna nehatine piştrast kirin, niha şerê giran navbera YPGê û çekdarên DAIŞê li navçeya Sînae û kolana 46 ya bajar e.
Rojnamevan Îsmaîl Askîn ji Kobanî ragihand: Ew avahiya ku çekdarên DAIŞê ala xwe danîne ser, hinekî dûrî bajar e. “Şerên giran derdikevin. Lê hîna ew çekdar derbasî nava bajar nebûne.”
Herwiha ji aliyê xwe ve, wergêreke YPGê ragihandiye ku, “Dengê teqan ji nava bajar tê û duh derdora 2000 xelkên sivîl ji Kobaniyê hatin derxistin.”
Vê sibehê, balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî êrişkirin ser çeperên DAIŞê li derdora Kobaniyê. Lê heta niha ziyanên wan êrişan nehatine zanîn.
Rudaw
