Dezgeha MÎTê 3 merc ji bo alîkarîkirina YPG dan Mislim
Piştî serdana xwe bo Tirkiye, Salih Mislim ragihand ku, êrîşa çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞê, li ser Kobanê berfereh dibe û daxwaza ji Kurdan li her deverê kir ku serîhildin û Tirkiyê jî daxwaz jê kiriye ku xwe ji rejîma Sûriyê dûrbikin.
Li gor nûçeyeke rojnameya Huriyet a tirkî, piştî civîna Salih Mislim û berpirsên dezgeha MÎTê, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş re ragihandiye ku, pêwîste YPG xwe ji rejîma Esed û Partiya Kaerkerên Kurdistanê (PKK) dûr bikin, heta Tirkiye karibe alîkariyên lojestîk pêşkêşî wan bike.
Di civînê de Demîrtaş daxwaz ji Davutoglu kiriye ku, hikûmeta Tirkiye alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike û nehêle Kobanê bikeve dest DAIŞê de, di hermber de Davutoglu gotiye ku, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lojestîk û rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, pêwîste YPG xwe ji rejîma Esed û PKK dûrbixe û siyasetek wê ya zelal hebe.
Ji aliyek din ve Salih Mislim ji ajansa ANHAyê re ragihand ku, tiştê ku li Kobanê çêdibe pilanek li dijî Kurdane û êrîşa hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li ser xwepêşanderên li ser sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê şermezar kir.
Li gor ku hatiye belav kirin, di civîna Mislim ligel berpirsên MÎTê de, berpirsan 3 merc danane li pêş Salih Mislim, ku pêwsîte ew merc pêk werin heta Tirkiyê karibe alîkariya YPG bike ew merc jî evin: Pêwîste YPG û PYD xwe ji rejîma Sûriyê dûrbixin û têkiliyê bi mixalefeta Sûriyê re bikin, pêwîste PYD ji gava ragihandina rêveberiyên xweseriya demokratîk vekişe û mercê dawî jî ewe ku, nabe YPG ti tevgeran li ser sînorê Tirkiyê bike ku gerfê bixe ser wî welatî.
Lê het niha ji aliyê ti çavkaniyên fermî ve nehatiye piştrsat kirine ku ev merc rastin yan na.
Basnews
