• Sunday, 15 February 2026
logo

Agahiyên nû li ser rewşa Kobanê

Gulan Media October 6, 2014 Nûçe
Agahiyên nû li ser rewşa Kobanê
Li gor agahiyên nû, niha ji du aliyan ve DAİŞ çûye nav bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Peyamnêrê Ajansa Exbar El-An berî kêliyekê ragehand ku ji herdu aliyên Rojhilat û Rojava ve çekdarên DAİŞ’ê karîne biçin nav bajarê Kobanê û ala xwe li hinek cihên bajêr bilind bikin.

Herwiha hat ragehandin ku çekdarên YPG’ê bi awayekî dijwar berevaniyê dikin û niha şerê ser cade û kolanan ligel çekdarên DAİŞ’ê dest pê kiriye. Ji aliyekî din ve jî şervanên Kurd bi veguhestin û rizgarkirina xelkên sivîl ve mijûl in û wan ji bajêr dhur dixin.

Peyamnêrê kanala Erebiye Hedes jî piştrast kir ku vê êvarê nêzîka 2000 hevwelatiyên sivîl ên bajarê Kobanê ji nav bajêr ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatine rizgarkirin û bo ser sînorê Tirkiyê hatine veguhestin.

Basnews
Top