• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji Amerîkayê derbarê Kobaniyê de daxuyanî

Gulan Media October 6, 2014 Nûçe
Ji Amerîkayê derbarê Kobaniyê de daxuyanî
Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekgirti yên Amerîkayê Jen Paskî got, “Em rewşa Kobaniyê ji nêzîk ve dişopînin. Di 24 saetên borî de me li nêzîkî bajêr li konvoya DAIŞê êrîşa hewayî pêk anî.”

Jen Paskî, di daxuyaniya çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdula Psakî got, “Êrîşên me yên li dijî DAIŞê dê bidomin lê belê ji bo jinavbirina rêxistinê dem pêwîst e.”

Psakî wiha domand: “Em rewşa Kobaniyê ji nêzîk ve dişopînin. Di 24 saetên borî de me li nêzîkî bajêr li konvoya DAIŞê êrîşa hewayî pêk anî.”

PYD jî dibêje êrîşên hewayî zerarek cidî nade rêxistina DAIŞê.

Rudaw
Top