• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Ukraynayê 14 kes hatin kuştin

Gulan Media October 6, 2014 Nûçe
Li Ukraynayê 14 kes hatin kuştin

Di encama çekdarên cudaxwaz de li Rojhilatê Ukraynayê 14 kes hatine kuştin.

Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku di encama êrîşa çekdarên cudaxwaz bo ser balefirgeha Donetsk ya li Rojhilatê Ukraynayê de herî kêm 14 kes hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve jî Rayedarên Ukraynayê eşkere kirin ku beriya çend rojên din jî çekdarên cudaxwaz yên alîgrê Rûsiyayê êrîşî artêşa Ukraynayê kiribûn û di encama pevçûnekî de du leşkerên Ukraynî û 14 çekdarên cudaxwaz hatibûn kuştin.
Top