• Sunday, 15 February 2026
logo

Almanya navendeke leşkerî li Hewlêrê vedike

Gulan Media October 6, 2014 Nûçe
Almanya navendeke leşkerî li Hewlêrê vedike
Hevkariyên mirovî û leşkerî yên welatê Almanyayê bo Herêma Kurdistanê didomin û niha jî hikûmeta wî welatî dixwaze navendeke leşkerî li Hewlêrê vedike.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen di hevpeyvînekê de ligel televîzyona almanî ragihand: “Nabe welatê me bi aramî li wê navçeyê binêre. Divê em jî bi erkê ser milê xwe rabin.”

Herwiha Wezareta Parastinê ya Almanyayê pişt rast kir ku weltê wan dixwaze ku navendeke leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re li Hewlêrê veke, da ku xulên perwerdeyê li ser çawaniya bikar anîna çekên pêşketî li Hewlêrê werbigirin.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê wiha axivî: “Em ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hevpeymaniya xwe de li dijî DAIŞê berdewamin.”

Hinek ji medyayên welatê Almanyayê ragihandin ku, weltê wan dixwaze çendîn navendên leşkerî ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge Kurdistan û Iraqê veke, ku tê gotin 8 heta 12 navendan bên vekirin.

Rudaw
Top