Arîn xwe di nava çekdarên DAIŞê de teqand
Duh, 5ê Cotmehê, di berdewamiya êrîşa çekdarên rêxistina Dewlta Islamî ya radîlak, DAIŞ, li ser herêma Kobanê bi giştî û bajarê Kobanê bi taybetî, ku ji 15 Îlonê ve ev êrîş dest pê kitibû, li rojhilatê Kobanê şerekî giran di navbera şervanên Kurd û çekdarên rêxistina navborî de derket.
Di wî şerî de, şervanên Kurd karîn livîn û tevgera çekdaran ber bi bajar ve rawestînin û rêgirî li derbasbûna wan bo nava Kobanê bikin.
Arîn Mîrkan ku yek ji fermandeyên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ye li eniya rojhilatê Kobanê bi tena xwe û bi bombeyan êrîş birs ser komek çekdarên DAIŞê.
Arîn ku ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî ku hemû bombeyên xwe li dijî çekdarên DAIŞê bikar tîne, xwe di nav komek çekdar de li gundê Mişte Nûr diteqîne û hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê dikuje, lê hejmara wan çekdarana heta niha nediyare, lê hin dezgehên medyayê li ser zarê çend çavkaniyên navxweyî ragihandin ku herî kêm 20 çekdar hatin kuştin.
Ev yekemîn care ku şervanek Kurd xwe di nav çekdarên DAIŞê de diteqîne.
Basnews
