Li Rebîeyê zêdetirî ji 100 terorîst hatine kuştin
Hêzên pêşmerge şeva bohrî zêdetir ji 100 terorîstên DIŞIê kuştin.
Di vê derbarê de jêderekî leşkerî ji Peyamnêrê me re ragehand ku şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê xwestin li dedorê gundê Mişrifiye êrîşî hêzên pêşmerge bikin.
Heman jêder eşkere kir ku hêzên pêşmerge dema bi plana terorîstan hesiyan bi tundî bersifa wan dan û bersifeke dijwar dan êrîşên wan.
Di encama bersifdana hêzên pêşmerge de herî kêm 104 terorîstên DIŞIê hatin kuştin lewre terorîst neçar man ji deverê birevin.
Her heman jêder eşkere kir ku piştî êrîşa han hêzên pêşmerge dest bi topbaran kirina sengerên terorîstên DIŞIê kirine û di encama topbarana han de çendîn tirimbîlên terorîstan yên ku bo êrîşên întîharî hatibûn amadekirin hatine jinav birin.
