Li parêzgeha Hesekê 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, duh 4ê Îlonê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyonek li dijî pêgehên çekdarên DAIŞê li bajarokê Şedadê û derdora wê encam dan.
Rewangehê diyar kir ku, di encama wê operasyonê de 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Çavkaniya navborî aşkere kir ku, her 30 çekdarên ku hatine kuştin ne ji regeznemeya sûrî bûn, bêy ku ti zanyariyên din bide.
Basnews
