DAIŞ û Nusrayê êrîşî Hizbulahê kir
Li gorî Reustersê, çekdarên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê şerê kurdan dikin û rêxistina Nusra ya bi El Qaîdeyê re têkildar, êrîşî 10 baregehên Hizbulahê kirin.
Çavkaniyê bi Reustersê re axaftî ragihand ku di pevçûnan de 16 çekdarên Nusrayê hatine kuştin.
Endamên Hizbulahê yên ku li Geliyê Bekayê jî çûn alîkariya baregehên di bin êrîşan de.
Hizbulah, di şerê Sûrîyê de giringtirîn hevalbendê rejima Şamê ye. Îran jî piştgiriyê dide Hizbulahê ku niha bajaroka Libnanê Arsal û derdora wê di bin kontorla wê de ye.
Di meha tebaxê de endamên DAIŞ û Nusrayê di ser bajaroka Arsalê ya li ser sînorde girtibûn û 32 leşkerên Libnanê dîl girtibûn.
Nusrayê li hemberî hemû hewldanan jî, 3 leşkerên dîlgirtî yên Libnanê kuştibûn.
Rudaw
