Alîkarê Obama lêborîn ji Erdogan xwest
Koşka Spî di daxuyaniyekê de ku ji Ajansa Anadoluyê (AA) re şandiye, ragihand ku Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê digel Serokomar Recep Tayyip Erdogan axifiye û qesta xwe ji gotinên ku li Zanîngeha Harvardê kiribû, ji Erdogan re aniye ziman.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Biden ji Erdogan re gotiye, eger gotinên wî yên li Zanîngeha Harvardê bûne sedema wê yekê ku Tirkiye û hinek welatên din ên herêmê piştgirî û alîkarî dane DAIŞ û komên din ên radîkal li Sûriyê, ew lêborînê dixwaze.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Alîkarê Obama her wiha diyar kiriye ku Amerîka girîngiyek mezin dide hevkariya Tirkiye û hevpeymandên din ên xwe di şerê li dijî DAIŞê de.
Joe Biden li Zanîngeha Harvardê ya Amerîkayê de gotibû, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmaratê hevpeymanên pir baş ên Amerîkayê ne lê wan welatan di şerê li dijî rêjîma Sûriyê de pir alîkarî dan her kom û hêzên çekdar ên li Sûriyê.
Erdogan jî gotibû, eger Biden birastî tiştekî wisa gotiye êdî ji bo min bû dîrok.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu jî bersiva Biden dabû û gotibû, em rexneyên Biden qet qebûl nakin ji ber ku Tirkiyeyê destpêka hişyarî dabû lê ti kesî guhdar nekir.
