• Sunday, 15 February 2026
logo

Malikî: Biryara Meclîsa Tirkiyê bezandina serweriya İraqê ye

Gulan Media October 5, 2014 Nûçe
Malikî: Biryara Meclîsa Tirkiyê bezandina serweriya İraqê ye
Cîgirê Serokkomarê İraqê Nûrî Malikî ragehand ku “Biryara Meclîsa Tirkiyê ya pesendkirina tezkereyê, bezandina serweriya Îraqê ye”. Li himber vê helwêsta Malikî berpirsekî Yekgirtûya İslamî ya Kurdistanê diyar kir ku ti desthilateke Malikî ya leşkeri nemaye û Malikî bi vê daxûyaniyê tenê dixwaze beje ew jî heye.

Cîgirê Serokkomarê İraqê Nurî Malikî tezkereya Tirkiyê ya ku rê dide Desthilata Tirk daku leşker bişîne Sûrî û Îraqê wek bezandina serweriya Îraqê dinirxîne. Malikî dibêje ku ev biryar bezandina serweriya İraqê ye û divê İraq li himber vê biryarê helwêst werbigirê.

Li ser daxwuyaniya Maliki, Endamê Polîtburoya Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê Mewlûd Bawemurad ji BasNewsê re got: “Ti desthilateke Malikî ya leşkeri li İraqê nîne û bi vê daxwuyaniyê dixwaze bibêje, ez li İraqê heme û cîgirê serokkomar im.”

Çavkaniyeke siyasî ji BasNewsê re da zanîn ku Malikî bêyî pirsê bi Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îraqê bike ev daxwuyanî daye û ev bi xwe bezandina serweriya Îraqê ye. Piştî Serokwezîrê Îraqê Ebadî eşkere kir ku ew naxwaze bibe Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îraqê, Malikî hewl dide ku dîsan bibe Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îraqê

Basnews
Top