• Sunday, 15 February 2026
logo

Li rebîeyê 37 terorîst hatine kuştin

Gulan Media October 5, 2014 Nûçe
Li rebîeyê 37 terorîst hatine kuştin

Hêzên pêşmerge li devera Rebîe 37 terorîst kuştin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke leşkerî ji hêzên pêşmerge ragehand ku terorîstên DIŞIê xwestin li devera gundê Til Eyonat êrîşî hêzên pêşmerge bikin lêbelê hêzên pêşmerge bersifeke dijwar da wan êrîşên terorîstan.

Çavkanî eşkere kir ku di encama bersif dana hêzên pêşmerge de herî kêm 37 terorîst hatine kuştin û çendîn tirimbîlên wan jî hatine şewtandin û terorîst neçar bûne ji deverê birevin.

Heman jêder ev yek anî ziman ku 12 ji wan 37 terorîstan ku hatine kuştin xwekuj bûne û li ser leşê wan piştîneya bombekirî hebûye û xwestine xwe di nava hêzên pêşmerge de biteqînên.
Top