Barzanî yekem roja cejnê li eniyên şer derbas kir
Li gor heman çavkaniyê, zêrevanên taybet ên Barzanî niha li rêzên pêş ên çeperên Hêzên Pêşmerge ne li dijî DAİŞ’ê û beşdarî şerê azadkirina Şengalê dibin. Heman çavkaniyê tekez kir ku nêta Barzanî nîne vegere Hewlêrê heta Pêşmergeyên Kurdistanê Şengalê terorîstên DAİŞ’ê paqij nekin.
Hêjayê gotinê ye heta niha hemû navçeyên derdora Rebîe ber bi Şengalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin, tenê Telefer maye ku hêzeke zêde ya çekdarên DAİŞ’ê têde bicîh bûne, loma eger heye ku balefirên Amerîkayê wê navçeyê bombardiman bikin.
Basnews
