Holenda li ser hevkariyên mirovî û leşkerî bo herêma Kurdistanê berdewam dibe
Di civînekê de ku, Duh êvarê (04.10.2014) li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, wezîra Holendayê li hember serdana bo herêma Kurdistanê kêfxeşiya xwe nîşan de û behsa serdana xwe ya bo kampên koçberan û ji nêzîk haydarbûn ji rewş û jiyana koçberan kir. Ji bona dihewarçûn û hewandina wê hijmara zêdeya penaber û koçberan, wezîra Holendayê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ka çewa pêştir hikûmeta holendî hevkariya koçberan kiriye, li ser pêşkeşkirina wan alîkarî û hevkariyan bo penaber û koçberan berdewam dibe.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa rewşa dijwara jiyana koçberan, bi tyabetî ku, demsala zivistanê li ber deriyê, kir û tekîd kir ku, her çi ji destê hikûmetê bê bo hevkarî û alîkarîkirina penaber û koçberan dê bike, lê hijmara zêde û qebareya kirîzê gelek ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e, ”ji ber hindê pêwîste hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî zêdetir li pirsa penaber û koçberan xwedî derkev in û di vê pirsê de hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin. Ji bona wê alîkarî û hevkariyên pêşkeşî penaber û koçberan kirine, serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hikûmeta Holendayê kir û daxwaz jê kir ku; hem di warê mirovî de hevkariya koçber û penaberan û hem jî di warê leşkerî de piştgiriya pêşmergeyê Kurdistanê ku, bi mêrxasî rûbirûyê terororîstan dibe, berdewam be.
Her du aliyan, di civînê de, behsa pirosesa siyasiya Îraqê kir û tekîd li ser giringiya pêkanîna hikûmeta Bexdayê ku, ji hemû pêkhateyên welêt pêk bê û pirsgirêkan çareser bike, kir. Di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê piştgirî û beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de dike û dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin.
Lîlyane Pilawmen wezîra geşepêdana hevkarî û bazirganiya derve ya hikûmeta Holendayê pesina helwest û stratejîya herêma Kurdistanê kir û behsa biryra parlamento û hikûmeta welatê xwe ya di warê hevkarîkirina herêma Kurdistanê de kir û tekîd kir ku Holenda li ser hevkariyên mirovî û leşkerî bo herêma Kurdistanê berdewam dibe. Wê, sipasiya hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û sazî û ajansên navdewletî kir ku, ji sedema wê hevkarî û hevahengiya heye xizmetên baştir pêşkeşî penaber û koçberan dikin.
