• Sunday, 15 February 2026
logo

Da ku nekevê destê DAIŞê xwe kuşt

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Da ku nekevê destê DAIŞê xwe kuşt
Wê, li Kobaniyê li gel şervanên din yên kurd şerê DAIŞê dikir. Piştî ku hemû hevalên wê di wî şerî de bûn cangorî, ew tenê ma. Lê wê dîsa bi tenê jî şerê DAIŞê berdewam kir, heta guleya xwe ya dawiyê. Ji bo ku nekeve destê wan, wê ew guleya xwe ya dawiyê jî bi xwe de teqand û xwe kuşt.

Ev çîroka Ceylan Ozalp ya bi nasnav Bêrîvan Sason e ku dawiya Îlona borî li Kobaniyê qewimî ye. Beriya ku Bêrîvan xwe bikuje, wê bi rêya bêtêlê xatir ji hevalên xwe yên şervan xwest û rewş ji wan re şîrove kir û diyar kir ku guleyên wê neman û naxwaze bikeve destê DAIŞê.

Bêrîvan Sasona 19 salî bi eslê xwe ji Êliha (Batman) Bakurê Kurdistanê bû û di nav YPGê de li dijî DAIŞê şer dikir.

Di vê navberê de çendîn nûçe di medyaya tirkî de belav bûn ku xwekuştina Bêrîvan Sason derewandin. Lê heta niha ne xwekuştina Bêrîvan Sason û ne jî tersiya vê nûçeyê ji aliyê kesên bêalî ve nehatiye piştrastkirin.

Rudaw
Top