• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge dest danîn ser weşartgeheke mezin ya terorîstan

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Hêzên pêşmerge dest danîn ser weşartgeheke mezin ya terorîstan

duh li devera Rebîeyê hêzên pêşmerge dest danîn ser weşartgeheke leşkerî ya mezin a terorîstan.

Peyamnêrê me yê li mihwera Rebîeyê ragehand ku îro hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ên ser bi Fermandariya spaha Barzan li devera Rebîeyê de dest bi ser weşartgeheke gelek mezin ya leşkerî a terorîstên DIŞIê de danîne.

Li gor zaniyariyan ew weşartgeha han kempeke mezin ya leşkerî û herwiha cebelxaneyeke mezin ya artêşa Îraqê bûye ku di demê xwe de ketiye destê terorîstên DIŞIê û îro jî hêzên pêşmerge dest bi ser vê weşartgeha han de girtine.

Di vê weşartgehê de ji bilî ku hijmareke gelek zêde çekên giran û cebelxane hebûye hevdem hêjmareke gelek zêde tirimbîlên leşkerî, weke kamiyon, Hamur, panzer, tank, ceep û çendîn tiribîlên din yên leşkerî jî hene.

Ji bilî wan tirimbîlan jî çekên ji curî doşka, haven, katoşiya, obis û hijmareke zêde jî çekên sivêk yên weke bks û kilaşînkov jî hene.
Top