DAIŞ li Kobaniyê hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan- Bi rêvebirya Dewletên Yekgirtî yên Amerikayê (DYA) hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya li hemberî DAIŞê li Kobaniyê tank û baregehên DAIŞê bombebaran kirin.
Li Kobanî ya ku du hefteyên çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dorpêçkirin hêj di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamê DAIŞê şer didome.
Tankek ya DAIŞê ya Kobaniyê bombebaran dikir ji aliyê hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya li hemberî DAIŞê hat tespîtkirin.
Piştî li herême balafirên hevpeymana navneteweyî keşif kir saet 21.10 tanka DAIŞê bombebaran kirin. Paşe jî li devera hatî bombebaran kirin teqîn çêbûn.
Peyamanêrê Rûdawê ragihand ku piştî bombebaran kirine êrîşên DAIŞê rawestiyan.
Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) diyar kir ku DYAyê û hêzên hevpeymaniya navneteweyî bi balafirên şerî û balafiren bêbalafirvan li Sûriyê 6 êrişên asmanî li hemberî DAIŞê pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê di encama êrîşên asmanî de li Hesekê leşkergehek, li Deyruz Zorê du tankên DAIŞê hatin ruxandin. Herwhiha li Reqayê 2 rafîneyên petrolê li Halebe jî avahiyêk DAIŞê hate bombekirin.
Li Iraqê jî li bajarê Şingalê di encama êrişên asmanî de 2 wesayitên DAIŞê ji holê hatin rakirin.
Li rojhilata bakurê Felluceyê ji hin endamên DAIŞê hatin bombebaran kirin.
Parlamentera Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Aysel Tugluk bi reya telefonê beşdarî bernameya CNN Turkê ya bi navê Tarafsiz Bolge bû û got li Kobaniyê 3-4 deqîqeyan baregehên DAIŞê bi êrişên asmanî hatin bombebaran kirin.
Herwiha Tuglukê diyar kir ku ew 2 kilometreyan nêzîkî Kobaniyê ne û êrîşan ji nêzîk ve dişopinin û wiha domand:
“Ez a niha nûçeyek girîng û nû bidim we. Li vir niha gel ji keyfa qîr dike. Balafiran êrîşêk bibandor kir. Em niha êrişên balafiran dibînin. Balafirên hevpeymana navneteweyî ne an yên Tirkiyeyê ne êrîşa dike em nizanin lê belê êrîş hene. Êrişan 3-4 deqîqeyan dom kir.”
Bombebarankirina hêzên hevpeymana navnetewyî li herêmê hêj didome.
Rudaw
