Mesrûr Barzanî: Ti pêşerojeke îdeolojiya tundrew li Kurdistanê de tuneye
Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna qurbanê peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û mihriban
Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, malbetên serbilind yên şehîdên Kurdistan û pêşmergeyên qehreman û tevahiya karmend û endamên dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Em di demekî de pêşwaziya vê cejna han dikin ku Kurdistan di şûna cîhanê de şerê terorîstên DIŞIê dike ew yek ji aliyekî ve cêyê serbilindiyê ye û ji aliyeke din ve jî piştgîriya civaka cîhanî ji Kurdistanê belgeyeke din ya rast û dirost bûna siyasetên Serkirdayetiya Kurdistanê ye ku Kurdistan beşeke ji cîhana azad û pêşerojeke geş li benda Kurdistanê ye.
Em xelkê Kurdistanê dilniya dikin ku ew îdeolojiya tundrew yaku li dijî her cure mafekî mirov û olaye ti pêşerojeke xwe li Kurdistanê de tuneye û Kurdistan jî piştî wan bûyeran vê ber bi awedan kirin û geşedaneke zêdetir ve diçe.
Careke din cejna qurbanê li her kesekî pîroz dikim serê rêz bo şehîdên Kurdistanê ditewînim û hêviya bilez baş bûna birîndaran jî dixwazim.
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê
Biryarê we
Mesrûr Barzanî.
