• Sunday, 15 February 2026
logo

Civata wezîran cejina Qurbanê pîroz dike

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Civata wezîran cejina Qurbanê pîroz dike
Di cejina pîroza Qurbanê de, destpêkê, em sersaxî û hevxemiya xwe digel malbat û kesûkarên serbilindên şehîbên nemir, şehîdên bergirî ji Kurdistan û destketiyên kurdistaniyan parve dikin û hêviya selametî û çakbûnê ji bo birîndaran daxwaz dikin. Di hemû cejin û di hemû minasibetan de, xwîna şehîdên nemirên Kurdistanê li bîra me ye, digel malbat, xêzan û kesûkarên serbilindên şehêdan bi şikomendî bîranîna wan dikin. Herwesa, em hevsozî û hevderdên xwe digel wan sed hezaran xûşk û birayên me yên penaber û koçber parve dikin ku niha di nav kampan de jiyana xwe derbas dikin.

Em hêvîdar in cejnên bên bo Kurdistanê cejinên serkeftina yekcarî û jinavçûna teror û terorîstan bin, ew serketinên ji saya xwîna geşa şehîdên bergiriyê ji xelk û niştiman û ji sayeya berxwedana pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê bi dest tên, xewina şehîdan li Kurdistaneke avadan û pêşketî, li jiyaneke azad û serferaz bi cî tê.

Cejina hemû aliyan pîroz be, cejineke aram ji bo hemû aliyan dixwaz în.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
03.10.2014


Top