• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞê bajarokê Hîtê yê Iraqê girt û nêzîkî Bexdayê bû

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
DAIŞê bajarokê Hîtê yê Iraqê girt û nêzîkî Bexdayê bû
Çekdarên DAIŞê bajarokê Hîtê yê girêdayî parêzgeha Enbarê ya Iraqê xistin destê xwe.

Berpirs û rayedarên parêzgeha Enbarê ya Iraqê ragihandin, çekdarên DAIŞê karîn duh bajarokê Hîtê yê wê parêzgehê bigirin.

Ajansa Reutersê jî ragihand, ketina bajarokê Hîtê bûye sedema wê ku navenda leşkerî ya bi navê Eyin el Esed li nêzîkî bajarê El Bexdadiyê bikeve bin tehdîda DAIŞê.

Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê Ednan Fehdawî jî ragihand, %90 ji bajarokê Hîtê ketiye destê DAIŞê û da zanîn ku çekên DAIŞê ji yên hêzên iraqî bihêztir in.

Şahidekî bûyer li nav bajarokê Hîtê ji Reutersê re gotiye, çekdarên DAIŞê bi tomobîlan li nav bajêr de digerin lê dengê fîşek û topan jî tê.

Li gorî agahiyan, DAIŞê ala xwe ya reş li ser avahî û navendên hikûmetê daniye û bi dehan cendekên hêzên iraqî li nav kolanên bajêr de tên dîtin.

Bajarokê Hîtê 130 kîlometran dûrî Bexdayê ye û dikeve rojavayê paytextê. Hît 30 kîlometran dûrî navenda parêzgeha Enbarê, Romadî ye.

Televîzyona fermî ya El Iraqiye jî girtina Hîtê piştrast kir û ragihand, çekdarên DAIŞê avahiya şaredariyê û navendên polîs ên bajêr girtine û şerekî giran di navbera wan û hêzên ewlehiyê de derketiye.

Girtina bajarokê Hîtê yê Iraqê di demekî de çêdibe ku balafirên şer ên Amerîka û welatên hevpeymanên wê çeper û çekdarên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê didin ber bombeyan.

Rudaw
Top