• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlemantoya Tirkiyê tezkerya derbasbûna artêşê bo nav Iraq û Suriyê pejirand

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Parlemantoya Tirkiyê tezkerya derbasbûna artêşê bo nav Iraq û Suriyê pejirand
Tezkereya ku rê bide Hikûmeta Tirkiyeyê lêşkeran rêbikê derveyê Tirkiye li Parlamentoya Tirkiyeyê bi xirûcir hat pejirandin.


Tezkereya berfireh li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin.

Sala borî ji bo Sûriyê û Iraqê tezkere hatibû derxistin. Dihat hêvî kirin îsal dîsa wisa be lê belê rojên dawî Hikûmeta Tirkiyeyê hin guhartin kir û her du tezkere bi hev re girêdan.

Tezkereya hatî pejirandin desthilatiyê dide hikûmetê Hêzên Lêşkerî yên Tirkiyeyê bişîne Sûrî û Iraqê mudaxale û operasyonan bike.

Di çarçoveya tezkerê de desthilatiya “Hezên lêşkerî yên biyanî li Tirkiyeyê li gorî qaîdeyên hikûmet diyar bike bên cihkirin” ji bo hikûmetê hat dayin. Hikûmet dikarê pêşiyê li ber rîsk û metirsiya bigire. Di tezkerê de gotina “tevahiya rêxistinên terorîst” hat bi kar anîn û di beşa sedemê de jî navê PKK û DAIŞê hatin dayîn.

Piştî kû tezkere hat pejirandin tê hêvîkirin Tirkiye li hemberî DAIŞê gavan bavêje. Piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê vegeriya hewldana xwe guhart.

Erdogan daxuyandibû ku ji bo 49 dîlgirtiyên welatiyên Tirkiyeyê di destê rêxistina DAIŞê de ne raste rast tevlî êrîşên li hemberî DAIŞê nebûye û gotibû, “Niha rewş hat guhartin û ji niha pê de jî pêvajo jî dê bê guhartin. Tezkere dê bê parlamentoyê. Ez hêvî dikim piştî tezkere li parlamentoyê hat pejirandin çi gav pêwîst ben dê bên avêtin.”

Piştî ku tezkere hat pejirandin îşev li Enqereyê di bin rêvebiriya Erdogan de civîna ewlakariyê dê pêk were.


Rudaw
Top