150 çekdarên DAIŞ`ê xwe radestî Pêşmergeyan kirin
Duh, 2ê Îlonê, efser Elî Ebdulkerîm ji artêşa Iraqê li wî sînorî ji BasNewsê re got:`Piştî kontrolkirina gundên Hilêwe Gewre û Biçûk, Bîr Ehmed, Zugilbane û Xeşamne yên ser bi qezaya Xurmatû ve, ji aliyê artêşa Iraqê û bi alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, çend çekdar hatin kuştin û termê wan jî li eniyên şer mabûn, herwiha 150 çekdarên din ên DAIŞ`ê, xwe radestî Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin`.
Werhiwa navborî got:`Niha Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê pêşdikevin û nêzîkî 10 kîlometran maye daku bighêjin gola Zerge ya rojavayê bajarê Xurmatû, ku bi pêgeha serekî ya çekdarên DAIŞ`ê tê zanîn`.
Basnews
