• Sunday, 15 February 2026
logo

150 çekdarên DAIŞ`ê xwe radestî Pêşmergeyan kirin

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
150 çekdarên DAIŞ`ê xwe radestî Pêşmergeyan kirin
Piştî paqijkirina çend gundan ji çekdarên DAIŞ`ê li sînorê qezaya Xurmatû ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Arrtêşa Iraqê ve, 150 çekdarên rêxistina navborî xwe radestî wan Pêşmergeyan kirin.

Duh, 2ê Îlonê, efser Elî Ebdulkerîm ji artêşa Iraqê li wî sînorî ji BasNewsê re got:`Piştî kontrolkirina gundên Hilêwe Gewre û Biçûk, Bîr Ehmed, Zugilbane û Xeşamne yên ser bi qezaya Xurmatû ve, ji aliyê artêşa Iraqê û bi alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, çend çekdar hatin kuştin û termê wan jî li eniyên şer mabûn, herwiha 150 çekdarên din ên DAIŞ`ê, xwe radestî Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin`.

Werhiwa navborî got:`Niha Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê pêşdikevin û nêzîkî 10 kîlometran maye daku bighêjin gola Zerge ya rojavayê bajarê Xurmatû, ku bi pêgeha serekî ya çekdarên DAIŞ`ê tê zanîn`.

Basnews
Top