• Sunday, 15 February 2026
logo

Dorpêça Kobanî her ku diçe tengtir dibe

Gulan Media October 3, 2014 Nûçe
Dorpêça Kobanî her ku diçe tengtir dibe
Di nav du rojên borî de, rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi top û tankan taxên bajarê Kobanî top baran dike û hewldanan dike ku ku xwe bighîne taxên navneda bajarê Kobanî lê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) rê nadin çekdarên DAIŞê ku derbasî nava bajarê Kobanî bibin.

Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ber sînorê Kobanî, di du rojên borî de, çekdarên DAIŞê ji aliyê başûrê rojavayê bajarê Kobanî, ji gundê Helincê ku ew derdora 3km dûrî bajarê Kobanî ye, gellek hewldanan dikin ku xwe bighînin taxa Miktelê ji bajarê Kobanî lê DAIŞ bi ser neketiye û gellek çekdarên wê li ser rêya di navbera gundê Helincê û bajarê Kobanî de hatine kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, ku kaşê Miştenûr yê ku ji bajarê Kobanî ta gundê Helincê dirêj dibe, bi temamî di bin kontrola YPGê de ye û bilindahiya Miştenûr pir alîkariya şervanên YPGê dike ku ew zor û ziyanên mezin bighînin çekdarên DAIŞê û nehêlin ku bi hêsanî DAIŞ ber ve bajarê Kobanî pêş de piçe.

Li aliyê rojhilatê bajarê Kobanî bi derdora 4km, çekdarên DAIŞê di gundê Mizirdawdê de ne û tenê ji wî alî ve bi çekên giran taxên Kaniya Ereban, Miktelê û kaşê Miştenûr topbaran dikin û alîkariya hêzên xwe yên ku ji gundê Helincê ve hewl dikin ber bajarê Kobanî pêş ve biçin, dikin.

DAIŞ ji aliyê başûr ve jî bi derdora 3-4km, ji derdora gundê Gulmit û xwaringeha Seyran ve, çekdarên DAIŞê êrîşî gundên Memîtê, rêbenda Asayîşê li ser rêya Helebê û gundê Termikê dike, lê çekdarên DAIŞê li wî alî ber bi bajarê Kobanî ve pêş de nehatine.

Herweha peyamnêrê Rûdawê got, ku li aliyê rojavayê bajarê Kobanî jî bi derdora 4-5km, çekdarên DAIŞê ji navenda Radio Kobanî FM û gundên Til Şiîr, Elpelûr, Mezrê û Minazê de hewl didin ku berve bajarê Kobanî ve pêş de biçin, lê çekdarên DAIŞê nikarîbûne xwe bighînin nav taxên bajarê Kobanî.

Li gorî zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, hejmara kuştî û birîndarên rêxistina DAIŞê pir ji şehîd û birîndarên YPGê zêdetir bûne, lê hejmara dawiyê ji ziyaniyên canî û madî ji herdu aliyan de zelal nebûye.

Rudaw
Top