Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu: Ji bo Kobanî çi lazim be emê bikin
Serokwezîr Ahmet Davûtoglu beşdarî bernameya hevbeş a televîzyonên A Haber-ATV bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Ahmet Davûtoglu li ser rewşa bajarî Kobanî ku nêzîkî 20 rojan e di bin êriş û agirê DAIŞê de ye wiha got:
“Ev çend roj in HDP ji me re dibêje alîkariya Kobanî bikin. Em dewleta hiqûqê ne wê demê emê çawa alîkarî bikin? Divê di destê me de çi hebe. Me ji wan re got hûn û Artêşa Azad a Sûriyê bi hev re herêma bakurê Sûriyê biparêzin lê ew çûn aliyê rêjîmê û êrişî Artêşa Azad kirin. Em naxwazin Kobanî bikeve û ji bo ku nekeve jî çi ji destê me were emê bikin.”
Davûtolu anî ziman ku eger rewşa Kobanî bi pêvajoya çareseriyê ve were girêdan xelet e û wiha axivî:
“Emê li birayên xwe yên wir xwedî derkevin lê girêdana rewşa Kobanî bi pêvajoya çareseriyê xelet e ji ber ku ev helwest ti xêra wê ji gelê kurd ê Sûriyê re jî tine. Gelê kurd ê Sûriyê jî gelê tirkmen jî sitargeha wan tenê Tirkiye ye. Gelo eger li Tirkiyeyê aştî tineba kurdên Kobanî dikarîbûn derbasî Tirkiyeyê bibin? Ji ber wê jî li Tirkiyeyê divê her kes aqilê xwe komî serê xwe bike.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê destnîşan kir ku bi pesendkirina tezkereya Iraq û Sûriyê pêvajoya çareseriyê hat garantîkirin.
Ahmet Davûtoglu ragihand ku piştgirê herî mezin ê Kurdan Tirkiye ye û wiha anî ziman:
“Eger Kobanî bikeve ji ber vê jî pêvajoya çareseriyê were bidawîkirin wê demê bar û berpirstiya vê yekê dikeve ser milê wan çimkî di vê bûyerê de ti gunehê Tirkiyeyê tine lê gunehê PYDê heye. piştgirê herî mezin ê Kurdan Tirkiye ye. Kurd birayên me ne çi lazim be emê ji wan re bikin lê eger li wir xeletiye hebe ew xeletî ya PYDê ye.”
Rudaw
